Hejmara qurbaniyên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistan, Tirkiye û Sûriyê ji 50 hezar kesî derbas kir û kar di nav xaniyên kavilbûyî de bo peydakirina terman an kesên zindîmayî berdewam e.
Dawî amara qurbaniyên erdheja 7.7 û 7.6 rîxterî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê gihîşte 44 hezar û 218 kes û li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî, 5 hezar û 914 kesan; Di gelemper de 50 hezar û 132 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 80 hezar kes jî birîndar bûne.
“AFAD”a Tirkiyê belav kiriye ku heta niha zêdetir ji 528 hezar kes di bin avhiyên kavilbûyî de rizgar kirine û geriyan li pey terman û kesên zindîmayî berdewam e.
Ew du erdhejane li 6ê Şibatê li parêzgeha “Mereş”a Bakurê Kurdistanê qewimîn û pêka amrarên belavbûyî heta niha 9 hezar û 136 paşhej hatine.