Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran û Koreya Bakur hîn jî di lîsteya reş a FATFê de ne

12:16 - 25 Şibat 2023

Girûpa taybet bo kar û barê malî “FATF” ragihandiye ku rejîma Îranê û Koreya Bakur hîn jî di lîsteya reş a spîkirina pere de ne û hatine derxistin.

Roja Înê 5ê Reşemeyê, girûpa taybet bo kar û barê malî “FATF” bi belavkirina daxuyaniyekê ragihandiniye ku bi sedema binpêkariyên Îranê di konvasyona “Palêrmo”yê de û dabînkirina malî bo terorîzmê û spîkirina pere ku pêka standardên “FATF”ê gefek e bo ser sîstema maliya navnetewî,  Îran dê di lîsteya reş a vê girûpê de bimîne û hete dema ku Îran karên hewce bo qerebûkirina binpêkariyên xwe yên di vî warî de encam nede, ji lîsteya reş a “FATF”ê de nayê derxistin.

Herwisa di beşek din a daxuyaniya “FATF”ê de hatiye ku lêkolîn li ser rewşa Îran û Koreya Bakur li meha Şibata sala 2020an hatiye sekinandin û ew du welat di lîsteya reş a vê girûpê de dimînin.

“FATF”ê ragihandiye ku rejîma Îranê li sala 1395an a Rojî, soz dabû ku binpêkariyên xwe yên di yasayên vê girûpê de qerebû bike, lê derfeta ku bi rejîmê re hatibû dan li sala 1397an a Rojî dawî pê hat û Îranê ti pêngavek hewce hel negirt û eva jî bûye sedem ku Îranê di vê lîsteya reş de neyê derxistin.