Keça Pêşewa “Qazî Mihemed” a bi navê “Suheyla Qazî” li bajarê “Bon”a Almanê koça dawiyê kir
“Suheyla Qazî” li sala 1320an a Rojî, li bajarê Mihabadê ji dayîk bibû û roja Înê 5ê Reşemeya sala 1401an a Rojî, li temenê 82 saliyê de koça dawiyê kir. “Suheyla” zaroka pêncem a yekemîn Serkomarê Kurdistanê Pêşewa “Qazî Mihemed” bû.
Piştî şehîdbûna Pêşewa “Qazî Mihemed”, malbata wî bi sedema givaşên dezgehên ewlehî yên rejîma Paşayetiyê, çûne Tehranê û ev yeka berevajiyê daxwaziyên wan bû.
Xwedêjêrazî “Suheyla Qazî” piştî şoreşa gelan li Îranê çûbû welatê Almanê û li wir jî koça dawiyê kir.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta koça dawiya “Suheyla Qazî”, sersaxiyê dibêje malbata mezin a “Qazî” û kesûkarên “Suheyla Qazî” û xwe bi hevparê xema wan dizane.