Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê li derheq rêûresma Newrozê li diyasporayê daxuyaniyek belav kir

12:31 - 25 Şibat 2023

Di daxuyaniya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê de îşare bi vê yekê hatiye kirin ku divê em vê Newrozê bikin bi hêvîna yekîtî û wekheviya gelên Îranê.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê radigehîne ku rêûresmên Newroza îsal li derveyî welat, di çendîn cihan de dê bi rê ve bibe; ew hilkeftên taybet wekî derfetek din bo xwedîderketin ji xebat û dîrok û gihandina peyama şoreşa “Jîna”, wekhevî û yekîtiya Kurdan bi rê ve diçin û em dixwazin ku Kurd û Îraniyên li diyasporayê bi awayek berfireh bi kinc û nasnameya Kurdî û netewî ve beşdariyê bikin; Em pêşwaziyê ji sala nû ya Rojî, sala serkevtina xebatê li dijî Komara Îslamî dikin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê radigehîne ku rêûresmên Newroza îsal dê li welatên “Alaman, Swêd û Amerîka”yê bi awayekî taybet bi rê ve herin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

6ê Reşemeya sala 1401an a Rojî

25ê Şibat 2023an