Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Feranse û Serokwezîrê Îsraîlê li derheq gefên Îranê gotûbêj kirin

11:42 - 3 Şibat 2023

Serkomarê Feranse “Êmanoêl Makron” û Serokwezîrê Îsraîlê “Binyamîn Natanyahû” li derheq alozî û tundûtîjiyên Rojhilata Navîn û gefên bernameya Navkî ya rejîma Îranê, li bajarê Parîsê civîn kirin.

Roja Pêncşemî 13ê Rêbendanê, Serokwezîrê Îsraîlê “Binyamîn Natanyahû” çû bajarê Parîsê û digel Serkomarê Feransê “Êmanol Makron” hevdîtin kir, navbirî di vê derheqê de gotiye: “Mijara bingehîn a gotûbêja min digel Makron, Îran û hewlên hevpar bo rawestan li hember destdirêjiyên Îranê û destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka Navkî ye”.

“Binyamîn Natanyahû” bi tekezî gotiye: “Rola rejîma Îranê li dabînkirina dronan bo Rûsiyê li dijî Ukraynê û herwisa serkuta nerizayetiyên xelkê li navxweyê Îranê, divê hevpeyamaniya Rojava neçar bike ku ji her cure lipeyketinekê bo Bercamê xwe dûr bigirin.

Hevdîtina “Binyamîn Natanyahû” digel Serkomarê Feransê di halekê de ye ku danûstandinên Bercamê bi tevahî hatine sekînandin û rejîma Îranê jî, bi berdewamî gefa êrîşkirin û jinavbirina Îsraîlê dixwe û Îsraîl jî li pey piştevaniya navnetewî ji bo rawestan li hember bernameya navkiya rejîma Îranê û hêzên girêdayî bi vê rejîmê li seranserê Rojhilata Navîn de ye.