Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar li Îranê ji 56 hezar Tumenî derbas bû

17:12 - 25 Şibat 2023

Nirxa Dolarê Amerîkayê li bazara azad a Tehrenê ji 56 hezar Tumenî derbas bûye, lê rejîma Îranê ti bernameyeke zanistî bo çareserkirina vê krîzê nîne.

Piştî astengiyên ticareta di navbera rejîma Îranê û Îraqê de ku bi sedema bandora Amerîkayê zêdetir bûye, nirxa Dolar li bazarên azad yên Îranê de gihîşte 55 hezar Tumenan û niha ji 56 hezar Tumenî jî zêdetir bûye.

Pêka rapora Navenda Amar a rejîma Îranê, nirxa enfilasiyona xal bi xal di meha Rêbendanê de gihîştiye %53.4 ku bi berhevdanîn digel sala derbasbûyî 2.1 yeke zêdetir bûye.

Rejîma Îranê jî hewl daye bi veguhastina Dolar ji Îraqê bo Îranê bi awayê demkî nirxa Dolar li hember diravê Îranê kêm bike, lê berevajî nirxa Dolar li hember diravê Îranê roj bi roj zêdetir dibe û rejîmê jî ti bernameyeke zanîstî bo kontrola bazar, enfilasiyon û nirxa perê biyanî nîne.