Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê “CIA”: Îran di heyama çend hefteyan de dikare bi meyandina %90 a Uraniyomê bigihe

10:08 - 26 Şibat 2023

Serokê Saziya Ewlehiya Navendî ya Amerîkayê (CIA) “Wîlîyam Burênz” di hevpeyvînekê de ragihandiye ku Îranê gihaye bi wê şiyanê ku dikare di nav çend hefteyan de asta meyandina Uranyoma xwe heta %90 zêde bike.

Serokê “CIA”ê di hevpeyvînekê de digel kanala “CBS”ê tevî nîşandana nigeraniyê derheq raporên li ser zêdekirina asta meyandina Uraniyoma rejîma Îranê heya %84, daye zanîn ku “eger rêberên rejîma Îranê bixwazin ji wê  qonaxê derbas bin, tenê çend hefte digel meyandina Uraniyoma %90 mewda hene”.

Wî bal kişande ser vê yekê ku bernameya mûşekî ya rejîma Îranê ku heke bigihe qonaxa dawiyê, xwediyê şiyana hilgirtina çekên navikî ye û gelek pêşkevtî ne û destnîşan kir: “Ev hewlên rejîma Îranê nîgeraniyên navneteweyî zêdetir dikin”.

Berê vê yekê jî Ajansa Nûçegihaniya “Blombêrg”ê ragihandibû ku çavdêrên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî di navendên navkî yên rejîma Îranê de Uranyoma bi rêjeya %84 dîtine.