Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li parlemana Norwêjê komîteya dostayetiya Kurd û Norwêjê hate avakirin

10:32 - 26 Şibat 2023

Li parlemana Norwêjê komîteyek bo piştevanîkirin ji mafê gelê Kurd û lipeyketin bo bûyer û pirsên taybet bi Kurdistanê hate avakirin û 6 partiyên meydana siyasiya Norwêjê, endamê vê komîteyê ne.

Roja Pêncşemî 4ê Reşemeyê, di kombûneke parlemana Norwêjê de, bi serperestiya Partiya Kedkaran, 6 partiyên siyasî yên vî welatî, “Partiya Kedkaran, Partiya Sosyalîstên Çep, Partiya Sor, Partiya Çep (Lîberal), Partiya Kirîstiyan û Partiya Pêşkevtin û Geşekirin”ê Komîteya Dostayetiya Kurd û Norwêjê ava kirin û Parlemantara Partiya Kedkaran “Kamzî Gunar Atnam” bi serokatiya vê komîtê, hate hilbijartin.

Hevdem 4 kesayetiyên siyasî yên Kurd ji her 4 beşên Kurdistanê hatibûne gazîkirin ku li derheq beşên din ên Kurdistanê biaxivin û yek ji wan kesayetiyên siyasî “Edullah Hicab” ji Rojhilatê Kurdistanê bû.

Herwisa “Kurd Kanal” jî take mîdyaya Kurdî bû ku bo vê komîteyê hatibû gazîkirin.

Parlemantara Partiya Sor “Seher Aydar” li derheq şoreşa “Jîna”yê û dirûşma  “Jîn Jiyan Azadî” û rola Kurd li paşeroja Îranê axivî û balyozxaneya rejîma Îranê li Norwêjê wek binkeyeke sîxuriyê binav kir.

Herwisa Parlemantarê Partiya Kedkaran “Manî Husênî” li derheq armancên vê komîteyê gotiye: Armanca bingehîn a vê komîteyê eva ye ku zaniyariyên zêdetir li ser pirsa Kurd belav bikin û vê pirsê li parlemanê bînin berbas û li ser biaxivin”.