Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Birîtaniya û Kanadayê li dijî rejîma Îranê xwenîşandan hatine lidarxistin

11:12 - 26 Şibat 2023

li bajarê Lendena Birîtaniya û bajarê Venkovêra Kanadayê li dijî rejîama Îranê û bi armanca piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê xwenîşandan hatine lidarxistin.

Li berdewamiya xwenîşandanên li derveyê welat ên li dijî rejîma Îranê, roja Şemî 6ê Reşemeyê Kurdên rûniştî yên Birîtaniyayê bi armanca piştevanîkirin ji tevgera “Jin Jiyan Azadî” li bajarê Lendenê xwenîşandaneke berfireh lidar xistin.

Kombûna xelkê xwenîşander li ber deriyê tora medyayiya “BBC”yê hate destpêkirin û bi dana dirûşman ber bi navenda bajarê Lendenê re rêpîvan kirin.

Peyama Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê jî, ji aliyê “Mîna Siware” li meydana “Tirfalgarê” hate pêşkêşkirin; rêjeyek zêde ji xelkê Ukraynê jî beşdarê vê xwenîşandanê bibûn û piştevanî li şoreşa “Jîna”yê kirin.

Herwisa roja Şemî 6ê Reşemeyê, li bajarê “Venkovêr”a Kanadayê, Kurd û neteweyên din ên Îranê bo piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê û şermezarkirina rejîma Îranê, xwenîşandanek bi rê ve çû.

Di vê kombûnê de peyama Komîteya Hizba Demokrat ji aliyê “Fayîze Newzad” ve hate pêşkêşkirin; di vê kombûnê de hejmarek ji xelkê Rûsiyê jî beşdar bibûn û tevî piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê, şerxwaziyên Îran û Rûsiyê şermezar kirin.