Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerek nû ji canjidestdayên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistan, Tirkiye û Sûriyê

10:25 - 27 Şibat 2023

Amara qurbaniyên erdheja Rojava û Bakurê Kurdistan, Tirkiye û Sûriyê ji 50 heza kesî derbas bû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihandiye, ku heta niha di erdheja Mereşê de ku 11 bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê li xwe girt, 44 hezar û 374 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 80 hezar kes jî birîndar bûne.

Li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê jî, heta vê gavê 6 hezar kesan bi sedema erdhejê canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Sibêdeha roja Duşemî 6ê Şibata 2023an, du erhejên bihêz bi pileya 7.7 û 7.6 rîxterî ku navenda vê bajarê Mereşê bû, Bakur û Rojavayê Kurdistan, Tirkiye û Sûriye hejand û bi wan du erhejan gelek gund û bajar kavil bûn û heta vê gavê jî, gelek termê hevwelatiyan di bin avahiyên kavilbûyî de nehatine derxistin û lêgerîn hîn jî berdewam e.