Endam û alîgirên Hizba Demokrat li devera Seqizê, bi lidarxistina çalakiyên banghêjî li dijî rejîma Îranê, careke din kerb û bêzariya xwe ji rejîma Îranê dane xuya.
Pêka wêne û zaniyariyên ku gihîştine bi odeya Nûçeyan a Ragihandina Hizba Demokrat, endam û alîgirên Hizbê li gundê “Xurdelûkî” yê ser bi bajarê Seqizê, li dijî rejîma Îranê çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.
Hogirên rêbaza Demokrat li devera Seqizê, bi nivîsandina dirûşma merg û neman bo Xamineyî û herwisa bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê li gundê “Xurdelûk”ê, careke din dijayetiya xwe digel rejîma Îranê dane xuya û soza emegnasiya xwe digel Hizba Demokrat dubare kirin.
Hizba Demokrat tevî destxweşîkirin ji wan endam û alîgirên Hizba Demokrat li Rojhilatê Kurdistanê, hêviya tendirustî û berdewambûna wan di cîbicîkirina erkên Hizbî û netewî de dixwaze.