Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema givaşa berpirsên girtîgeha rejîmê li Urmiyê, girtiyekî Kurd dawî bi jiyana xwe anî

11:06 - 27 Şibat 2023

Girtiyekî Kurd yê bi navê “Seîd Selîmîfer” ê xelkê devera “Enzel”ê bi sedema givaşa berpirsên girtîgeha rejîma Îranê li bajarê Urmiyê, dest avêt bi xwekujiyê.

Pêka nûçeya Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 1ê Reşemeyê, “Seîd Selîmîfer”, kurê “Mistefa” yê xelkê gundê “Silatanava” yê ser bi devera Enzela girêdayê bajarê Urmiyê, di encama givaşa berpirsên girtîgeha rejîmê li bajarê Urmiyê, bi xwarina hebên “Birinc” ku hewla xwekujiyê dabû, canê xwe ji dest daye.

Herwisa Nûçegihaniya Kurdpayê belav kiriye: “Roja Yekşemî 30ê Rêbendanê, berpirsê lêkolîna girtîgeha rejîmê ya Urmiyê digel garda nav girtîgehê, êrîş kiribûne ser benda 5 a vê girtîgehê û bi hêceta vekolînê tiştên binçavkiriyan ji nav biribûn ku “Seîd Selîmîfer” di vê derheqê de nerizayetiya xwe nîşan dabû.

Navbirî nêzî 11 sal bû ku bi tohmeta “madên hişber” di girtîgeha rejîmê ya Urmiyê de bû.