Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirin û veguhastina mamoste “Ebdulmecîd Muradzêhî” ji girtîgeha Zahidanê bo Meşhedê

10:46 - 1 Şibat 2023

Pêka Rapora Kempeyna Çalakvanên Belûç roja Sêşemî 11ê Rêbendanê, hêzên Îtilaata rejîmê yên li bajarê Zahidanê, “Ebdulmecîd Muradzêhî” mamosyetê olî û yek ji kesên nizîk û şêwirmendê “Mewlana Ebdulhemîd” pêşnimêjê mizgevta Mekkî ya bajarê “Zahidan”ê, piştî binçavkirinê ji girtîgeha bajarê Zahidanê bo girtîgeha bajarê Meşhedê hate veguhastin.

Navbirî di dema zivirîn bo mala xwe ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve hatibû binçavkirin.

Heta niha ti zaniyariyek serrast li derheq qedera wî nehatiye belavkirin.

Hatiye ragihandin ku piştî binçavkirina navbirî bajarê “Zahidan”ê bi tewahî hatiye milîtarîzekirin.