Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî xelkê bajarê Dêwulanê li girgîgeha rejîmê ya bajarê Sinê hate darvekirin

11:54 - 27 Şibat 2023

Girtiyekî Kurd yê bi navê “Hemîd Rehîmî” ku sala 1398an a Rojî bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin, di girtîgeha rejîmê ya bajarê Sinê hate bidarvekirin.

Pêka rapora Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, sibêdeha roja Yekşemî 7ê Reşemeyê, cezayê bidarvekirina welatiyekî xelkê bajarê “Dêwulan”ê yê bi navê “Hemîd Rehîmî” li girtîgeha navendî ya rejîma Îranê li bajarê Sinê hatiye cîbicîkirin.

Hemîd Rehîmî sala 1398an bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê binav Dezgeha Dad a rejîmê ve cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Heta niha nûçeya darvekirina “Hemîd Rehîmî” ji aliyê berpisên rejîmê an jî ragihandinên navxweyê Îranê ve nehatiye ragihandin.

Herwisa di vê derheqê de sibêdeha roja Çarşemî 3ê Reşemeyê, cezayê darvekirina welatiyekî xelkê bajarê “Eywan”ê yê bi navê “Mihemedresûl Çûlekî” li girtîgeha rejîmê li bajarê Îlamê, bi rê ve çûbû.