Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Yekîtiya Sendîkaya Mamosteyên Kurdistana Îranê, derheq firotina dibistanan li Îranê

12:19 - 27 Şibat 2023

Yekîtiya Sendîkaya Mamosteyên Kurdistana Îranê, derheq firotina dibistanan li bin navê “Meweldsazî”, daxuyaniyek belav kiriye û ev kiryare bi xiyanet bi dersxwanên niha û paşeroja gelên Îranê re bi nav kiriye.

Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye: “Komara Îslamî ji bo çareserkirina kêmasiya bûdceya xwe, ji bo peydakirina dahatê ji bo projeyên leşkerî û ewlehî û dabînkirina alîkariyan ji bo girûpên alozkerên xwe li deverê, dest avêtiye bi firotina milkên dewletî û milkê giştî û Xamiyenî bo derbaskirina vê karê, tîmeke 7 kesî, bê pirsîn û bersivdarbûn bi dezgeha dadweriyê re, diyarî kiriye”.

Yekemîn cihê ku bo firotin û herackirina darayiyan diyarî kiriye, Wezareta Perwerde û Hînkariyê ye ku di malpera heyeta “Meweldsaz”iya darayiyên dewletê de, navûnîşanê hezar û 617 dibistan ku 9 hezar û 713 polên wanegotinê li xwe digire bo firotin û herackirinê danaye; Eva di halekê de ye ku 12 hezar polên wanegotinê bi desrxwanan li parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Kurdistan û Ehwzê de, yên kantînerî, xîvet û gov in ku mamoset ji bo wanegotinê mifahê ji wan werdigirin.

Herwisa di rewşa niha ya Îran û Kurdistanê de bo gihîştin bi standarda cîhanî, pêwîstiya Wezareta Perwerde û Hînkarî ya Îranê bi aliyê kêm 347 hezar polên wanegotinê û 44 hezar û 662 dibistanê heye da ku li her polekê de 26 dersxwan, dersê tê de bixwînin.

Yekîtiya Sendîkaya Mamosteyan radigehîne ku di wiha rewşekê de firotina heta yek pola wanegotinê xiyanet e bi dersxwanên niha û paşeroja gelên Îranê.

Herwisa ev Yekîtiye daxwaz ji mamosteyên nîştimanperwer û malbatên derxwanan û xelkê nîştimanperwer ên Kurdistan û Îranê kiriye ku li hember firotina dibistanan dengê nerizayetiyê bilind bikin û îznê bi karbidestên rejîma Komara Îslamî re nedin ku dahata netewî û dahata zarokên wan herac bikin.