Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Hamborga Almaniyayê xwenîşandanek bo piştevanîkirin li şoreşa “Jîna”yê bi rê ve çû

12:21 - 27 Şibat 2023

Roja Şemî 6ê Reşemeyê, Komîteya Hizba Demokrat li devera Hamborga Almaniyayê, bo piştevanîkirin ji xelkê serhildêr ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, xwenîşandaneke berfireh lidar xist.

Ew xwenîşandane bi beşdariya rêjeyeke berçav ji endam û alîgirên Hizba Demokrat û herwisa hejmarek ji têkoşerên Kurd û neteweyên din ên Îranê, bi rê ve çû.

Piştre Dr. “Kiyanî” gotarek pêşkêş kir û bas ji xebat û fîdakariya Hizba Demokrat kir û ragihand ku Hizba Demokrat û netewa Kurd li Îranê, di xebata xwe de li hember rejîma Îranê, zêdetirîn nirx daye.

Di vê xwenîşandanê de “Rêbwar Husênî” peyama girtiyên siyasî yên Kurdistanê pêşkêş kir; Herwisa “Bêhzad Karsaz” jî peyama Komîteya Hizbê li bakurê Almaniyayê bi zimanê Almanî pêşkêş kir û bas ji şoreşa Jîna, xebata gelê Kurd û hemû gelên Îranê kir.

Di navbera beşên vê xwenîşandanê de beşdarbûyên xwenîşandanê, bi zimanên “Kurdî, Farsî û Almanî” dirûşm dan û hevdengiya xwe digel xelkê navxweyê Kurdistan û Îranê dubare kirin.