Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jehrîbûna dersxwana di dibistanên Îranê de berdewam e/ keçekê bi jehrîbûnê canê xwe ji dest da

16:41 - 27 Şibat 2023

Midehek e dersxwnên dibistanan di Îranê de jehrî dibin û jehrîbûna berdewam ya derxwanên keç li Qomê ber bi Birûcird û Tehran û Erdebîlê ve çû û heta niha ti rohnkariyek ji aliyê berpirsên rejîm ve derheq pişt perdeya vê tawanê nehatiye dayîn.

Îro nûçeya canjidestdana keçek nûciwan a Qomê bi sedema jehrîbûnê hate belavkirin û ev yeka bertekên tund li pey xwe anî; Lê damezraweyên dadwerî û ewlehî yên rejîmê bi gefxwarinan, malbata wê keçê neçar kirine ku vê nûçeyê red bike û bi direw bide zanîn.

Hatiye zanîn ev keça navê wê “Fatime Rizayî” bûye.

Îro nûçeya jehrîbûna dersxwanên kur yên dibistana Xeyama Birûcirdê jî hate belavkirin.

Serokê Hawarhatina Luristanê di vê derheqê de daye zanîn: “Heta niha me amara giştî ya jehrîbûna dersxwanan li ber dest nîne, lê bi çêkirina dosyeyan ji bo wan kesan, emê amarê bela bikin”; Lê navbirî sedema jehrîbûna wan negotiye.

Endamê Komîsiyona Tenduristî û Çareseriyê ya Meclîsa rejîmê “Homeyûn Samê Necefabadî” dibêje, “ev yeka bi zanebûn e”; Navbirî di hevpeyvînekê bi Ajansên Nûçeyî yên ser bi rejmê re daye zanîn: “Eva ku rohn e, hem li Qomê û hem jî li Birûcirdê ev meseleye bi zanebûn e”.

Navbirî jî behsa vê yekê nekiriye ku pişta vê bûyerê kê ye an jî çi sazî û girûpek e.

Jehrîbûna dersxwanên dibistanê li Tehran, Birûcird, Erdebîl û Qomê rû daye û berpirsên rejîmê vê bûyerê zêde înkar dikin û bi dengoya medyayên bîhanî bi nav dikin.