Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê 12 fermandeyên Spaha Pasdaran û berpirsên rejîmê tehrîm kir

10:59 - 28 Şibat 2023

Wezareta Derve ya Kanadayê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn, ku 12 kes ji fermandên Spaha Pasdaran a terorîst û berpirsên birêveberî û hêza serkutker a Întizamî yên rejîma îranê tehrîm kirine.

Kanadayê ew berpirsên rejîma Îranê bi sedema binpêkirina eşkere û sîstematîk a mafê mirovî wek serkut û kuştina neraziyan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê tehrîm kirine.

Wezareta Derve ya Kanadayê fermandeyê Besîcan li bejarê Sinê “Murteza Mîraqayî, binav parêzgarê Sinê “Îsmaîl Zari`î Kûşa”, fermandeyê leşkera Beytul Muqeddes li parêzgeha Sinê, “Sadiq Husêynî”, fermandeyê hêza bejayî ya Artêşa rejîmê li parêzgeha Urmiyê, “Rehîm Cehanbexş” tehrîm kirine.

Herwisa fermendeyekî Besîcan li îsfehanê “Husên Recebpûr”, kesekî olî yê ser bi rejîmê li welatê Ustarliyayê yê bi navê “Mihemed Tohîdî”, fermandeyê Spaha Şûheda ya parêzgeha Urmiyê “Hebîb Şehsewarî”, fermandê biryargeha “Necef Eşref” ya Spaha Pasdaran “Mihemed Nezer Ezîmî”, fermandeyê Spaha Nebî Ekrem a Kirmaşanê “Behmen Rêyhanî”, berpirsê berê yê girtîgeha Dîzilabad a Kirmaşanê û berpirsê niha yê girtîgeha Êvînê “Hidayetullah Ferzadî”, birêveberê giştî yê girtîgehên rejîmê li parêzgeha Urmiyê “Murad Fethî” û kesekî olî yê girêdayî bi rejîmê û endamê şêwreya bilind a torên civakî “Seîdriza Renanî” jî hatine tehrîmkirin.

Di vê derheqê de Wezêra Derve ya Kanadayê “Milanî Cûlî” gotiye: “Rejîma Îranê li serkutkirina hovaneya xelkê xwe û destdanîn bo ser maf û azadiyên bingehîn ên wan, berdewam e”.