Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şermezariyek din li kombûna Şêwreya Mafê Mirovî ya Netewên Yekgirtî bo rejîma Îranê

11:41 - 28 Şibat 2023

Roja Duşemî 8ê Reşemeyê, digel destpêkirina gotinên Wezîrê Derve yê rejîma Îranê “Emîr Ebdulahiyan”, li Şêwreya Mafê Mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî di “Jênêv”ê de, hejmarek berçav ji amadebûyên kombûnê bi nîşana nerizayetiyê û bêzarbûn ji rewşa mafê mirov di Îrana bin desthilata rejîma Îranê de kombûn bicih hêlan.

Heta niha nerizayetînîşandana bi vî awayî di kombûnên mafê mirovî yên Saziya Netewên Yekgirtî de bi ti welatekî nehatibû dîtin û carek din şermezariyek din bo rejîma Îranê li civaka netewî de hate tomarkirin.

Hêjayê gotinê ye ku di vê kombûnê de berpirsê komîteya PDKÎ li welatê Swîsê  “Zahir Qadir Hacî” wekî nûnerê Hizbê di vê kombûnê de amade bû.

Navbirî berî destpêkirina axavtina “Emîr Ebdulahiyan”, digel nûnerên piraniya welatên din li derheq binpêkariyên rejîma Îranê û bi taybet serkutkirina bêrehmane ya 5 mehên derbasbûyiya gelên Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve axivtin kir; wan nûneran jî soz dan ku digel destpêkirina gotinên Wezîrê Derve yê rejîma Îranê ji kombûnê bêne derê.