Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtin û êrîşa bo ser malên çalakvanên siyasî li Avdananê ji aliyê rejîmê ve berdewam e

12:26 - 3 Şibat 2023

Di meşa êrîşa hêzên rejîmê bo ser malên welatiyan li Avdanana Îlamê, herî kêm 6 kes yên bi navên “Mecîd Mîrzeyî, Mucteba Seîdî, Mihemed Çiraxî, Emîrhusên Namdarpûr, Zebîhullah Cemadî û Saman Muradîwendî hatine binçavkirin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Kurdpayê, Roja Çarşemî 12ê Rêbendanê, welatiyên bajarê Avdananê li dijî girtin û sepandina cezayan bo ser Ayet Arîfîniya û Secad Muradwendan rijiyane ser şeqaman û nerizayetiyên xwe nîşan dan.

Paşê hêzên rejîmê roja Pêncşemî 13ê Rêbendanê, dest avêtin bi bikomgirtina welatiyên bajarê Avdananê û êrîşî ser malbatên çalakvanên siyasî kirin û di encamê de 6 ciwanên vî bajarî bi bê belgeyên yasayî binçav kirin.

Hêjayê behskirinê ye ku “Mecîd Mîrzayî û Mucteba Seîdî” roja Çarşemî 12ê Rêbendanê hatine girtin û “Saman Muradîwendan, Mihemed Çiraxî, Zebîhullah Cemadî û Emîrhusên Namdarpûr” roja Pêncşemê 13ê Rêbendanê hatine girtin.