Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Huşdariya polîsê welatê Norwêjê bi Îraniyên rûniştî li vî welatî

12:30 - 28 Şibat 2023

Polîsê Ewlehiya welatê Norwêjê, huşdarî daye Îranyên rûniştî li vî welatî, ku rejîma Îranê di hewlê de ye kampiyoter û mobaylên wan hek bike.

Pêka zanyariyan ku polîsê welatê Norwêjê bo kanala fermî ya welatê Norwêjê ya bi navê “NRK” şandiye, Îtilaata rejîma Îranê tevî hewlên saybêrî, givaşek zêde jî xistiye ser malbatên Îraniyan ku di vî welatî de dijîn.

Polîsê Ewlehiya Norwêjê di berhevdanîneke nû de, li derheq gefên Îranê bo ser vî welatî li sala 2023an, bi awayekî giştî ew mijare rohin kiriye.

“Hana Bilombêrg” Beripirsa Dije Sîxuriya Polîsa Ewlehiya Norwêjê, di hevpeyvînekê de digel kanala “NRK” ragihand: “Li welatê Norwêjê bo me derkevt ku rejîma Îranê bi qasekî zêde mifah ji sîstemên saybêrî bo çavedêrîkirina dijberê xwe û çalakiyên wan werdigire.”

Herwisa polîsê Noewêjê basa vê yekê jî kiriye, ku Îtilaata rejîma Îranê bo hekkirina Îraniyên rûniştî li welatê Norwêjê, ji rêya şandina kurte nameyan ve nerme amêrên ziyanbexş dixe ser mobaylên wan û ji rêya “Email”ê ve jî nerme amêrên ziyanbexiş dişîne ser kampiyoterên wan.

“Bilombêrg”ê di berdewamiya gotinên xwe de basa vê yekê kiriye, ku di çend salên derbasbûyî de rejîma Îranê bi awayekî berfireh li welatên Ewropî hewla kuştin û revandina kesên dijî rejîmê daye.