Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li Belûçistanê/ Mewlewî Ebdulhemd jî daxwaza berdana mamosteyên Kurd û Belûç kir

16:52 - 3 Şibat 2023

Îro roja Înê 14ê Rêbendana 1401an a Rojî, wek rojên Înên derbasbûyî, xelkê azadîxwaz ên Belûç rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîmê dirûşm dan; Mewlewî Ebdulhemîd jî di xutbeya xwe de daxwaza azadkirina mamosteyên olî yên Kurdistanê û Belûçistanê kir.

Piştî nimêja Înê, xekê azadîxwaz ên Belûç li bajarê Dizapê rijiyane ser şeqaman û dirûşmên wek “divê girtiyên siyasî bêne berdan, mirin bo sitemkar çi şah be çi rêber, ev hemû sal cinayet mirin bo Wilayet, mirin bo Xamineyî, û herwsia em jêr barê zilmê de jiyanê nakin, emê canê xwe goriyê jiyanê bikin, emê di bin îşkenceyê de jî bêjin yan mirin yan jiyan” dirûşm dan.

Di heman demê de Mewlewî Ebdulhemîd û hin mamosteyên din ên olî yên Belûç hatine nav şeqaman û li dijî rejîma Îranê peyivîn û xelkê amade jî hemûyan bi hev re gotin, “emê bikujim bikujim yê ku birayê me kuşt”.

Îro Mewlewî Ebdulhemîd Pêşnimêjê mizgevta “Mekkî” ya Zahidanê di xutbeya xwe de piştgiriya mamosteyên olîyên girtî yên Kurdistanê kir û daye zanîn: “Em daxwazê dikin ku mamosteyên olî yên Kurdistanê û Belûçistanê bêne azadkirin”.

Navbirî di berdewamiya xutbeya xwe de got: “Nabe rexnegirên hikûmetê bêne girtin, û nabe girtiyên misilman û ne misilman, bêne tohmedar û îşkencekirin” û herwisa navbirî daye zanîn, “armanca sereke ya hikûmetdariyê divê dadperwerî be”.

Her di vê derheqê de duh 13ê Rêbendanê, girtiyekî Belûç li bajarê Delgan yê ser bi parêzgeha Belûçistanê li ber çavê xelkê bi qamçiyan ji aliyê serkutkarên rejîmê ve hate îşkencekirin û ev yeka di nav torên civakî de bertekên tund li pey xwe hebû.

Di êrîşa meha Rezberê ya hêzên rejîmê bo ser nimêjkerên Belûç li Zahidanê, zêdetir ji 100 kes hatine şehîdkirin û bi sedan kes jî hatine birîndarkirin.