Ciwanên azadîxwaz û xweragir yên bajarê “Sinê” şeva derbasbûyî carek din bi dana dirûşma “mirin bo Xamineyî” rijiyane ser şeqaman.
Şeva Înê 14ê Rêbendanê, li berdewamiya xwenîşandan û serhildana xelkê li dijî rejîma Îranê, ciwanên azadîxwaz û xweragir yên bajarê “Sinê” bi hilkirina agir li ser rêyên sereke û herwisa dana dirûşmên weke “mirin bo dîktator, mirin û neman bo Xamineyî û Kurdistan goristana faşîstan” li hember hêzên rejîmê sekînandin.
Hêjayê baskirinê ye ku xelkê şoreşgêr û azadîxwaz yên bajarê “Sinê” roja Înê piştî nimêja Înê bi mebesta piştevanîkirin ji du mamosteyên olî û xwedî helwêst, mamoste “Luqman Emînî” û mamoste “Îbrahîm Kerîmî Nenelle” ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine binçavkirin, rijiyane ser şeqaman û bi dana dirûşmên weke “mamoste tenê nîne û Sine piştevan e” li hember dagîrkerên Kurdistanê derkevtin.
Herwisa ji aliyek dinê ve ciwanên bajarê “Tehran”ê jî, di nava bajar de benêr û posterên taybet bi 22ê Rêbendanê, ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûne daliqandin, şewitandin û bêzariya xwe ji rejîmê dane nîşandan.