Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd li Îlamê cezayê girtîgeh, lêdana qamçî û cezayê zêde bi ser de hate sepqandin

10:21 - 4 Şibat 2023

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Mehdî Sadiqî” yek ji girtiyên xwenîşandanên bajarê Îlamê, ji aliyê taya 103 a dadgeha Keyferiya 2 a rejîma Îranê li vî bajarî, bi tohmeta “têkdana ewlehî û aramiya giştî” bi 6 meh girtîgehê, 74 qamçiyan û du sal dernekevtin ji welat bi ser de hatiye sepandin”.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di vê derheqê de nivîsiye: “Dosiyayek din li dijî vî welatiyê Kurd li dadgeha Şoreş a rejîma Îranê li bajarê Îlamê de hatiye çêkirin, ku tohmetên wek “bêrêzîkirin bi pîroziyan, handana raya giştî û hewldan li dijî ewlehiya netewî”, bi ser de hatine sepandin”.

Mehdî Sadiqî rêkevta 20ê Rezbera 1401an a Rojî, di meşa serhildana xelkê bajarê Îlamê de hatibû girtin û di rêkevta 2ê Sermaweza 1401an, bi barimteya 300 milyon Tumenî bi şêweyek demkî hatibû berdan.