Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê hezaran armancên leşkerî bo êrîşkirinê di Îranê de destnîşan kirine

10:27 - 4 Şibat 2023

Hevdem digel serdana Binyamîn Natanyahû li Feransê, radiyo Feransê belav kiriye ku Îsraîlê zêdetir ji 3 hezar armancên leşkerî di Îranê de destnîşan kirine û dixwaze êrîşê bike ser wan navendên leşkerî.

Hevdem digel hevdîtina Serokwezirê Îsraîl “Binyamîn Natanyahû” û Serkomarê Feransê “Êmanoêl Makron”, li Roja Înê 14ê Rêbendanê, Nûçegihaniya Navnetewî ya Radiyo Feransê belav kiriye ku Îsraîl dixwaze êrîşê bike ser zêdetir ji 3 hezar armancên leşkerî yên rejîma Îranê û bi vê armancê dixwaze bo êrîşkirin ser navendên hestiyar ên leşkerî hevpeymaniyek leşkerî ava bike.

Pêka gotina Nûçegihaniya Radio Feransê, bernameya êrîşkirin bo ser navend û damezraweyên rejîma Îranê amade ye û berpirsên leşkerî jî, lêkolînê li ser hûrdekariyên operasiyonan kirine.

Hevpeymaniya ku Îsraîl dixwaze ava bike ji Îsraîl, Amerîka û çendîn welatên Rojavayî yên wek welatê Feransê pêk tê û ew yeka jî hatiye berçavgirtin ku beşek ji welatên Erebî jî, di vê hevpeymaniyê de beşdariyê bikin.