Xelkê erdhejdîtî û zirarberketî yên bajarê Xoyê di niha de piştî çend rojan di rewşek gelek nebaş de ne û rejîm hevkariyên hewce ji wan re naşîne.
Îro Çarşemî 12ê Rêbendanê piştî derbasbûna 4 rojan bi ser erdheja 5.9 rîxterî ya bajarê Xoyê heta niha ti îmkanatek hewce ji aliyê navendên pêwendîdar yên rejîmê ve bo welatiyan nehatiye şandin.
Pêka dîmenên belavbûyî xelkê bajarê Xoyê ku çend roj in di demsala sir û seqemê de li derê dimînin, li dema daxwazkirina kelûpelên hewce ji rejîmê rastî lêdan û gefxwarin û bêrêziyan hatine.
Heta niha li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û beşek ji bajarên Îranê Kempeynên hawarhatin û hevkariyê ji aliyê xelkê ve hatine rêkxistinkirin û eva ku heta niha gihîştiye xelkê bajarê Xoyê hevkariyên xwedî xelkê bûne û ne yên rejîmê.
Herwisa heta niha çendîn haletên weke rêgirîkirina karbidestên rejîmê ji danîna kempeyan û komkirina hevkariyên hewce, destbiserdagirtina kelûpelan yên ku hatinî komkirin, hatine dîtin.
Xelkê zirarberketiyên erdheja bajarê Xoyê, ti hêviyek bi rejîma Îranê nîne ku hewcehiyên wan dabîn bikin; Her lewam wan di nav torên civakî de belav kirine ku wan pêwîstî bi hevkariya birayên xwe yên tev bajarên Rojhilatê Kurdistanê hene; Hin ji wan gotine ku ev alîkariya ku bi rêya rejîmê re tê komkirin, piraniya wan ji aliyê hêzên rejîmê ve têne dizîn û negehiştine bi destê xelkê zirarberkevtî û daxwaz kirine ku ji rêya navendên xêrxwazî ve bigihînin destê wan.
Her di vê derheqê de heta niha ji aliyê rêkxirawên siyasî, partiyên Kurdî, kesayetiyên olî û xuya yên Kurdistan û Îranê bi rêya belavkirina daxuyanî û peyaman daxwaz hatine kirin ku xwîşk û birayên xwe yên bajarê Xoyê ji bîr nekin û bi hemû awayekî hevkarê bi wan re bikin.