Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dorpêçên nû yên Amerîka li dijî rejîma Îranê

12:06 - 4 Şibat 2023

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê 8 berpirisên rejîma Îranê û du gemiyên bi navên “Mekran û Dêna” xistine nava lîsteya nû ya dorpêçên xwe.

Roja Înê 14ê Rêbendanê, Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku 8 berpirsên paye bilind yên Kompaniyaya “Per Awerê Pars” ku balafirên bê balafirvan yên “Şahid 136” berhem tîne û herwisa 2 gemiyên rejîma Îranê yên bi navên “Mekran û Dêna” xistine nana lîsteya dorpêçên xwe yên nû.

Berpirsê Kompaniyaya “Per Awerê Pars” “Husên Şemisabadî”, Fermandê hêzên Deryayî yên Spaha Pasdaran “Elîriza Tengîserî” û Berpirsê Heyeta Birêveberiya Kompaniyaya “Per Awerê Pars” “Ebulfezil Nezerî”, Cihgirê berpirsê birêveberî “Muhsên Esedî” û 4 kesên din ji endamên birêveberiya Kompaniyaya “Per Awerê Pars” ku kompaniyaya berhemanîna balafirên bê balafirvan e, xistine di nava lîsteya dorpêçan de.

Herwisa du gemiyên bi navên “Mekran û Dêna” ku girêdayî hêza Deryayî ya Rejîma Îranê ne û bo êrîşên deryayî mifah jê têne wergirtin û dikarin li ser wan gemiyan balafirên bê balafirvan biavêjin bi lîsteya dorpêçan hatine zêdekirin.