Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê PDKÎ û Can Bolton bi hev re civîn kirin

11:21 - 4 Şibat 2023

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Xalîd Ezîzî û rojnamevan Rehîm Reşîdî yê Endamê Enîstîtuya Gold a Karûbarên Stratejîk ên Navnetewî li Waşingtonê bi Şêwirmendê berê yê Encumena Asayişa Netewî ya Amerîkayê “John Bolton” re civiyan.

Di vê hevdîtinê de şanda mêvan rewşa dawî ya Kurdistan, Îran û navçeyê gotûbêj kirin û Xalîd Ezîzî ji “Can Bolton” re behsa zêdexwaziyên Komara Îslamî ya Îranê li navçeyê kir.

Berdevkê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di axavtina xwe de tevî behseke hemûalî, li ser pirsa navçeyê, rewşa navxweyî ya Îranê piştî şoreşa Jînayê axavtin kir.

DI beşeke din a axavtinên xwe de, navbirî behsa hewlên Îranê bo nearamkirina Rojhiata Navîn û mûşekbarana kempên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li Başûr kir.

Şanda Rojhilatê Kurdistanê ji wî kesayetiyê bi bandor ê Amerîkayê re daxwaz kir ku şiyan û desthilata xwe bikar bîne da ku baştir naveroka şerxwaziya Îranê rabigehîne.

Serokê Damezraweya Amerîka bo Asayiş û Azadiyê di vê hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ya ji bo vê hevdîtinê nîşan da û got, ku ew dixwazin li ser van mijaran di pêwendiyê de bin û bi hev re li ser wan nerînan danûstandinê bikin û navbirî hevdem bi tundî lawazbûna siyasetên Amerîkayê li hember Îranê rexne kir û îşare bi vê yekê kir ku şoreşa Jînayê rastiya veguherîna bingehîn li Îranê ye û divê cîhan piştgiriyê ji xebata xelkê Îranê bo azadî û dadperweriyê bike. Herwiha navbirî pêşniyar kir ku aliyên cur bi cur ên opozîsyona Îranî hewl bidin bi hev re hevbendiyekê pêk bînin.

Di vê kombûnê de herdu aliyan biryar dan ku di paşerojê de dirêje bi hevdîtinên xwe bidin.

“Can Bolton” berê Nûnerê Amerîka li Rêkxirawa Netewên Yekgirtî û herwisa Şêwirmendê Encumena Asayişa Netewî ya Amerîkayê li Koşka Sipî bû û niha Serok û Avakerê Damezraweya Amerîka bo Asayiş û Azadiyê ye.