Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina welatiyên xelkê bajarê Avdananê berdewam e

11:30 - 4 Şibat 2023

berdewam e

Di heyama du rojên derasbûyî de 12 kes ji welatiyên bajarê Avdananê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê roja Înê 14ê Rêbendanê, 3ê kes ji welatiyên xelkê bajarê “Avdanan”ê yên bi navên “Elî Berfî” temen 18 salî “Sasan Mihemedwelî” temen 25 salî û “Sarim Xeyrî” temen 34 salî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.

Şeva Çarşemî 12ê Rêbendanê xelkê bêzarbûyî ji rejîmê li bajarê “Avdanan” yê girêdayî parêzgeha “Îlam”ê li dijî rejîma Îranê rijiyane ser şeqaman û hejmarek zêde ji şeqamên serek yên bajar di bin kontrola wan de bû.

Piştî serhildana welatiyên bajarê “Avdanan”ê li roja Çarşemî heta biha 12 kes ji ciwanên wî bajarê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.