Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevî hemû rêgiriyên rejîmê, şandina hewcehiyan bo bajarê Xoyê berdewam e

11:55 - 4 Şibat 2023

Tevî vê ku rejîma Îranê rêgirî ji şandina hewcehiyan bo zirarberkevtiyên erdheja bajarê Xoyê dike, xelkê mirovperwer ên Kurdistanê alîkariyên xwe bo zirarberketiyên erdhejê dişînin.

Di berdewamiya alîkariyên mirovperwerane yên civaka Kurdistanê bo zirardîtiyên erdheja bajarê Xoyê, yekem karwanê alîkariya xelkê bajarê Seqizê gihîşte bajarê Xoyê û li nav zirarbertekiyên erdhejê de hatine parvekirin.

Xelk û encumenên xelkî yên bajarê Seqizê bi avakirina kempêynan, hewcehiyên wekî xwarin, xîvet, petû û alavên germkirinê û…hwd kom dikin û bi awayê rasterast ji Seqizê ve bo Xoyê dişînin û li nav xelkê zirardîtiyên erdhejê û kesên hewce de dabeş dikin.

Di vê derheqê de xelkê bajarê “Serpila Zerhaw” ku piştî derbasbûna 5 salan hêj ji paşhatên erdhejê û neşiyan û bikêrtnehatina berpirsên rejîmê tûşî pirsgirêkan bûne, bo nîşandana hevderdiyan digel xelkê zirarberketiyên erdheja bajarê Xoyê, di karekî mirovperwerane de dest avêtine komkirina hewcehiyan.

Tevî hemû hêcet û rêgiriyên rejîma Îranê û destbiserdagirtina alîkariyên xelkî ji aliyê Saziya Heyva Sor û hêz û navendên din ên serkutker ên rejîma Îranê ve, şandina alîkariyên mirovperwerane ji bajarên cuda yên Kurdistanê bo bajarê Xoyê berdewam e.