Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokê Polîsa Îtilaatê ya li bajarê Ciwanroyê giha bi sizayê kiryarên xwe

12:11 - 4 Şibat 2023

Serokê Polîsa Îtilaata rejîmê li bajarê “Ciwanro”yê di nexweşxaneyeke bajarê “Tehran”ê de giha bi cezayê kiryar û cinayetên xwe.

Binav Serheng “Şehram Heyderî” Serokê Polîsa Îtilaata rejîmê li bajarê “Ciwanro”yê, ku midehek berî niha birîndar bibû, roja Şemî 15ê Rêbendanê, li yek ji nexweşxaneyên bajarê “Tehran”ê de giha bi cezayê kiryarên xwe.

Nûçegihaniyên girêdayî rejîmê yên weke“Îrna”yê belav kirine ku ew karbidestê rejîmê li şer û pevçûnekê digel komek ji qaçaxçiyan li 29ê Sermawezê hatibû birîndarkirin û piştî birîndarbûnê bo nexweşxaneyek li bajarê “Kimaşan”ê hatibû veguhastin û piştre bo nexweşxaneyek Tehranê tê veguhastin û piştî derbasbûna 45 rojan digihe bi sizayên xwe.

Lê pêka nûçeyên nefermî, ew karbidestê rejîmê di nav serhildana xelkê bajarê “Ciwanro”yê de, di dema serkutkirina xelkê azadîxwaz de rastî êrîşa serhildêran hatibû û birîndar bibû; Hêjayê behskirinê ye ku navbirî di nav serhildana seranserî de, li kuştin, birîndarkirin û binçavkirina xelkê de destek bilind hebûye.