Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almaniya daxwaz ji hevwelatiyên xwe kiriye ku ji Îranê derkevin

16:40 - 4 Şibat 2023

Wezareta Derve ya Almaniyayê li ser malpera Wezareta Derve belav kiriye ku welatiyên xelkê Alman û bi taybet welatiyên Almanî yên du nasnameyî ji Îranê derkevin.

Wezareta Derve ya Almaniyayê li ser malpera taybet a vê wezaretê, bi welatiyên xwe re huşdarî daye ku, bi sedema vê ku gefa binçavkirina xweserane, lêpirsîn û binçavkirina demdirêj a xelkê Almaniyayê li Îranê heye, nabe welatiyên Almaniyayê serdana Îranê bikin û yên ku di Îranê de ne, wî welatî bi cih bihêlin.

Rejîma Îranê bo givaşxistin li ser welatên cîhanê û bi taybet welatên Rojavayî hewlê dide ku xelkê wan welatan û bi taybet kesên ku du nasname hene di Îranê de bi tohmetên cuda binçav bike û wan binçavkiriyan wek barimte di danûstandinên xwe de digel welatan bikar bîne.