Roja Şemî 15ê Rêbendanê xelkê mirovdost yên bajarên Kurdistanê, bi yekdengî û yekhelwêstî ve kelûpelên sereke kom kirin û gihandine destê xelkê zirarberkevtî yên bajarê Xoyê.
Xelkê bajarên Kirmaşan, Qesira Şîrîn, Tîkab, Serpêla Zehaw, Seqiz, Bokan, Nexede, Urmiye û Selmasê di hewleke mirovdostane de, bi hawara birayên xwe yên zirarberketiyên erdheja bajarê Xoyê ve çûn û hevkariyên hewce û kelûpelên sereke bo xelkê bajarê Xoyê kom kirin.
Bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi danîna kempeynên xêrxwazî û komkirina kelûpelên hewce birayên xwe yên zirarberkevtiyên erdheja bajarê Xoyê bi tenê nehêlan û bi vê yekê îsbat kirin ku xelkê Kurdistanê di hemû warekê de yekdeng û piştevanê yektir in.