Du welatiyên erdhejdîtî yên bajarê Xoyê bi sedema sir û gazgirtinê di nava xîvetê de canê xwe ji dest dan.
Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Şemî 15ê Rêbendanê, dayîk û kurek 80 û 50 salî û xelkê gundê “Fîroreq” yê girêdayî bajarê Xoyê bi sedema bikaranîna rejiyê di nava xîvetê de fetisîn û canê xwe ji dest dane.
Piştî erdheja bjarê Xoyê, zêdetir ji 100an kes bi sedema gazgirtinê jehravî bûne û bo navendên dermanî hatine veguhastin.
Heftiyek beriya niha erdhejek bibêz bi pileya 5.9 rîxterî bajarê Xoyê hejand û 3 kesan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Di vê derheqê de rejîma Îranê ne tenê ti hevkariyek bi xelkê re nekiriye, belkî bi awayên tundûtîj digel xelkê reftaran dike, lê hêjayê baskirinê ye ku xelkê Kurdistanê wekî berê bi hawara birayên xwe de çûn û hevkariyên hewce bo wan li tev bajarên Kurdistanê kom kirin û şandin.