Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karnasek yasayê yê Kurd bi girtîgeh û hin cezayê din hate sizadan

11:22 - 1 Şibat 2023

Karnasek yasayê û birêveberê kanala Telegramî ya bi navê (Abdanan Der Guzerê Zeman) yê bi navê “Ayet Arifîniya” ji aliyê taya yek ya dadgeha Şoreş a rejîma Îranê li bajarê Îlamê, bi serokayetiya bi nav dadwer “Receb Mihemedî”, 6 sal û 7 meh û 15 roj girtîgeh û du sal qedexeya derkevtin ji welat bi ser de hate sepandin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurpayê” daye zanîn, ew çalakvanê medenî bi tohmeta “çêkirina deste û girûp bi mebesta têkdana ewlehiya welat”, 6 sal girtîgeh (ku 3 sal ji girtîgeha wî ya ragirtî ye) û “çalakî û propagende li dijî nizamê ji rêya damezrandina kanala Telegramî” ve, bi 7 meh û 15 roj girtîgehê hatiye sizadan.

Di vê cezayê ku bi ser de hatî sepandin, pasaporta navbirî dest bi ser de hatiye girtin û cezayê dernekevtina du sal ji welat jî bi ser de hatiye sepandin.

Ayet Arifînya xelkê Avdanana Îlamê ye û roja Duşemî 9ê Xezelwera 1401an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû binçavkirin û navbirî niha di girtîgeha navendî ya bajarê Îlamê de ye.