Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê Hizba Demokrat serdana peymangeha Rojhilata Navîn kir

11:17 - 5 Şibat 2023

Berdevkê Hizba Demokrat “Xalid Ezîzî” digel Nûnerê Pêwendiyên Hizba Demokrat “Areş Salih” li Amerîkayê serdana “Enistîtuya Rojhilata Navîn” kirin û digel çendîn lêkolerên vê enistîtuyê gotûbêj kirin.

Rêzdar “Xalid Ezîzî” di gotinên xwe de baseke hemûalî li ser Kurdistan, Îran, dever û cîhanê kir û di vê derheqê de bi hûrî rewşa Îrana piştî şoreşa “Jîna”yê şirove kir.

Berdevkê Hizba Demokrat di gotinên xwe de bas ji hewlên rejîma Îranê bo alozkirin û jinavbirina vekheviya xelkê Îranê û ew piştevaniyên meinewî yên ku ji deverên din ên Îranê ve bo Kurdistanê têne gorê kir.

Di beşek din ji vê civînê de, Berdevkê Hizba Demokrat bersiva pirsiyarên lêkolerên “Enistîtuya Rojhilata Navîn” da.