Ciwanên biwêr û azadîxwaz ên bajarê Sinê, şeva derbasbûyî bo nîşandana bêzariya xwe ji rejîma Îranê, îdareya Teblîxata Îslamî ya rejîmê li vî bajarê şewitandin.
Pêka wan girte vîdyoyên ku gihîştine bi malpera “Kurdistanmedia”yê, şeva Şemî 15ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, di berdewamiya serhildana xelkê Kurdistanê li dijî desthilata dîktatoriya rejîma Îranê, ciwanên biwêr û azadîxwaz ên bajarê Sinê, agir berdane îdareya Teblîxata rejîma Îslamiya Îranê û bi vî awayî nerizayetiya xwe li hember vê desthilatê dane xuya.
Herwisa şeva derbasbûyî, ciwanên bajarê Sineyê li taxên “Wîlaşehr û Beharan” û çend taxên din tevî agirhilkirin û dana durûşmên “biherife rejîma Îslamiya Îranê, merg û neman bo Xamineyî” li hember hêzên rejîmê sekinîn.