Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salih Nîkbext û Mesûd Şemsnijad, parêzeriya Ferhad û Ferzad Tahazade girtine stuyê xwe

09:00 - 5 Şibat 2023

Pêka nûçeya Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, parêzerên dadgusteriyê yên bi navên “Mesûd Şemsnijad û Salih Nîkbext” parêzeriya du birayên binçavkirî yên serhildêr ên xelkê bajarê Şinoyê “Ferhad û Ferzad Tehazade” ku li meşa serhildana seranserî de ji aliyê hêzên serkutker ên rejîmê ve hatibûne binçavkirin, li stuyê xwe giritine.

“Mesûd Şemsnijad” bi rêya belavkirina “Twitt”ekê gotiye: “Piştî zivirîna dosyeya “Ferhad û Ferzad Tehazade” bo taya 3 a dadgeşa Şoreş a bajarê Urmiyê û bi erêkirina berpirsê vê dadgehê, bi tohmeta “miharibe û ifsad fî erz”ê, min digel hevkarê xwe “Salih Nîkbext” parêzeriya wan girtiye stuyê xwe, ew di bajarê Şinoyê de hatibûne binçavkirin û di bajarê Urmiyê de hatine dadgehîkirin; bi hêviya cîbicîkirina dadperweriyê”.

Ferzad û Ferhad Tehazade hevdem digel serhildana seranserî ya piştî kuştina hikûmetî ya “Jîna”yê li 2ê Rezbera sala 1401an a Rojî hatibûne binçavkirin; ew herdu xêzandar in û Ferzad Tehazade keçek biçûk heye; binav dadgeha rejîmê tohmeta “miharibe û ifsad fî erz”ê bi ser wan herdu birayan de sepandiye.