Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dadgeha pêdaçûnê carek din Cezayê Kemal Ebdulahzade teîd kir

09:02 - 5 Şibat 2023

Cezayê 5 sal û 8 meh girtîgeha Kemal Ebdulazade Serbazê xelkê bajarê Seqizê li Dadgeha Pêdaçûnê ya rejîma Îranê carek din hate teîdkirin.

Kombûna Dadgeha Pêdaçûna wî welatiyê Kurd roja 11ê Rêbendanê hatibû lidarxistin û daxwaza pêdaçûnê bi cezayê wî re hatibû redkirin.

“Kemal Ebdulazade” ji aliyê taye 26 a Dadgeha Şoreş a rejîma Îranê bi serokatiya “Îman Efşarî” bi tohmeta “kombûn li dijî ewlehiya netewî ya welat û propagende li dijî nîzamê” 5 sal û 8 meh girtîgehê bi ser de hatibû sepandin.

Ew serbazê Kurd piştî vê yek dabû zanîn, “ez digel xelkê xwe me û teqe ji kesê nakim” li rêkevta 6ê Rezberê, li Kelanteriya 135 ya Azadiya Tehranê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibû binçavkirin.

Navbirî piştî 40 roja lêpêçîn û ragirtin di odeyên takekesî de bo girtîgeha mezin a bajarê Tehranê hatibû veguhastin û li rêkevta 26ê Sermawezê bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Navbirî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.