Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanek li bajarê “Venkovêr”ê bo piştevanîkirin ji şoreşa gelên Îranê hate lidarxistin

12:30 - 5 Şibat 2023

 

Roja Şemî 15ê Rêbendanê, her wekî hemû rojên Şemiyê ku bûye adet, di bajarê “Venkovêr”a Kanadayê de, ji aliyê Kurdistaniyan û gelên din ên Îranê yên rûniştiyên welatê Kanadayê ve, bo piştevanîkirin ji şoreşa “Jîna”yê xwenîşandanek hate lidarxistin.

Komîteya Hizba Demokrat ku yek ji birêveberê vê xwenîşandanê bû, vê carê bi pêşkêşkirina peyam û gotaran û bi peyama komîteya Hizbê ku ji aliyê “Jîno Kerîmî” ve hate pêşkêşkirinê, beşa sereke ya vê xwenîşandanê bi rê ve bir.

Di peyama Komîteyê de bi hûrî bas ji cinayetên rejîmê, binçavkirin û bêserûşûnkirina xelkê nerazî ji aliyê rejîma Îranê ve hate kirin.

Herwisa parlemantarekî Partiya “Konservatîv” a Kanadayê “Tako Popta” ku bi nûneratî ji serokê vê partiyê û gazîkirina wî ji aliyê Hizba Demokrat ve beşdarî kiribû, bi pêşkêşkirina gotarekê, piştevanîkirina xwe û partiya xwe ji şoreşa “Jîn, Jiyan, Azadî”yê li Îranê da xuya.

Beşdarbûyên xwenîşandanê bi rêpîvan û dirûşmdanan li dijî rejîma Îranê, bi xelkê Kanadayê re dane nîşandan ku ew serheldanek li Îranê ye û ew xelke jî li derveyê welat piştevaniya wê dikin.