Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karatekarekî bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin

09:03 - 1 Şibat 2023

 Li gor ajansên mafên mirovî, roja Sêşemî 11ê Rêbendana 1401an a Rojî, “Arman Mînberî” yê karatekarê xelkê bajarê Sine, ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîma Îranê ve hat girtin û bo cihek nexuya hatiye veguhastin.

Di vê derheqê de Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê daye zanîn, hêzên ewlehî yên rejîmê çûne cihê karê wî welatiyê Kurd û bi bê hebûna belgeyên yasayî binçav kirine.

Heta niha lipeykevtina malbata wî welatiyê Kurd bona agehdarbûn ji qedera wî bê encam bûye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li deheq sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser Aram Mînberî de hatine sepandin ti zanyariyek ber dest nîne.