Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê Partiya Demokrat bi “Washington Post” û “Newsmax”ê re hevdîtin kir

11:42 - 6 Şibat 2023

Berdevkê PDKÎ, “Xalid Ezîzî” di berdewamiya hevdîtin û civînan digel kesayetî, sazî û damezrawên cur bi cur yên Amerîkayê, digel “Washington Post” û “Newsmax”ê du ragihandinên binavûbang ên Amerîkayê civîn kir.

Berdevkê Hizba Demokrat li dezgeha medyayiya “Newsmax”ê, ji aliyê “Con Gezî” Serokê tîma vê ragihandinê li Koşka Sipî, bi germî pêşwazî jê hate kirin.

Piştre belavokê bi Xalid Ezîzî re civîneke rojnamevaniyê lidar xist. Berdevkê Hizbê li ser pêgeh û bandora Hizba Demokrat li Îran û Kurdistanê û daxwazên tevgera Kurd li Îranê ji “Newsmax” re axivî.

Di vê hevpeyvîna han de, dawîn guhertin û bandorên şoreşa Jînayê hatine nirxandin û di vê derheqê de Berdevkê Hizbê behsa çend rêkaran kir ku Amerîka û Ewropa di vê qonaxê de dikarin ji bo piştevanîkirin ji xebata xelkê Kurdistan û Îranê wekî emraza bibandor kar li ser bikin.

Di berdewamiya wan dîdarane de, Berdevkê Hizba Demokrat digel “Maykil Cenkîns”, Serokê Belavoka binavûbang a Amerîkayê ya bi navê “Washington Post”ê hevdîtin kir û herdu aliya bi hev re li ser hin nerînan axavtin û bo karê hevpar di warê hişyarkirina xelkê Amerîka derheq Îranê û deverê çend pirs û pêşniyar gengeşe kirin.

Di vê dîdarê de, Rehîm Reşîdî Endamê Enîstîtuya Gold bo Setratejiya Navnetewî, hevrêyê Berdevkê Hizbê kir.