Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sernivîserê Ajansa Nûçegihaniya Mukriyanê, 17 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin

11:43 - 6 Şibat 2023

Sernivîserê Ajansa Nûçegihaniya “Murkiriyan”ê yê bi navê Mesûd Kurdpûr, ji aliyê dadgeha Şoreş a rejîma Îranê li bajarê Bokanê, 17 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, ku ew rojnamevan û çalakvanê mafê mirovî yê Kurd, ji aliyê dadgeha Şoreş a rejîma Îranê li bajarê Bokanê bi tohmetên wek “propagende li dijî nizamê” 9 meh girtîgeh û “têkdana nezma giştî” 8 meh girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Mesûd Kurdpûr, roja Sêşemî 29ê Xermanana 1401an a Rojî, di mala xwe de, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû girtin û ji bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya Îtlaata rejîmê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî bi dawîhatina lêpêçînan bo girtîgeha Miyanduavê hatibû veguhastin û niha di girtîgeha bajarê Bokanê de ye.