Sibêdeha îro roja Duşemî, rêkevta 17ê Rêbendana 1401an a Rojî, “Idrîs Hormozî” kadrê têkoşer yê PDKÎ û Berpirsê Melbenda Yek a Kurdistanê, bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.
Pêka nûçeya Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê, “Idrîs Hormozî” Berpirsê Melbenda Yek a Kurdistanê, sibêdeha îro roja Duşemî, bi sedema nesaxiyê li bajarê Hewlêrê koça dawî kir û malavayî ji hevrê û hevsengerê xwe kir.
Derheq koça dawiya “Idrîs Hormozî” û derbasbûyiya wî û xizmet û têkoşîna wî bi gel û nîştimanê, Navenda Pêşmerge dê daxuyaniyek taybet belav bike.
Navenda Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi sedema koça dawiya “Idrîs Hormozî”, sersaxiyê dibêje malbat, hevrê û hevçeperên wî. Riha wî şad be û bi hêviya bidestveanîna armancên wî.