Saziya Mafê Mirovî ya Îranê piştî belavbûna nûçeya lêxweşbûna rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî”, derheq lêxweşbûna cezayê hin ji binçavkiriyên serhildana seranserî, ev yeka bi “lêxweşbûnek direwîn” binav kiriye.
Vê saziyê îşare bi vê yekê kiriye ku xwenîşanderan derheq daxwazkariyên mafê xwe xwenîşandan kirine, û binçavkirin û cezayên wan karek rewa nîne û ew kiryarê rêberê rejîma Îranê tevî direwbûn û xapandina xelkê propaginde ye bo rejîmê.
Roja Yekşemî 16ê Rêbendanê “Elî Xamineyî” fermana lêxweşbûn û kêmkirina cezayê dehan binçavkiriyên xwenîşandana seranserî da, ku ev yeka ji aliyê navendên mafê mirovî, kesayetî û xelkê Îranê ve bertekên tund li pey xwe anî.