Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî derheq erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir

14:05 - 6 Şibat 2023

Berpirsê Navenda Birêbveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, derheq erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê Twîtek belav kir û sersaxî da malbat û kesûkarên wê erdhejê.

Rêzdar “Mistefa Hicrî” li ser hesaba xwe ya Twîterê nivîsiye: Pêka nûçeyên belavbûyî, sibêdeha îro Duşemî 17ê Rêbendanê, erdhejek bihêz li bajarê Mereşê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hat û herwisa navçyeke berfireh li Rojavayê Kurdistanê hejand û di encamê de bi sedan kes canê xwe ji dest dan û birîndar bûn û kavilkariyek mezin li pey xwe anî.”

Di berdewamiyê de rêzdar “Mistefa Hicrî”  nivîsiye: “Bi vê boneyê ez li ser navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiya xwe bi malbat û kesûkarên qurbaniyan û hemû rûniştiyên deverê re radigehînim û hêvîdar im ku birîndarên wê bûyerê bi zûtirîn dem baş bin”.