Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Navenda Hevkariyê derheq erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê

14:24 - 6 Şibat 2023

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê derheq erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek hevxemiyê belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Sibêdeha îro roja Duşemî 17ê Rêbendana 1401an a Rojî (6ê Şibata 2023an), erdhejek tund li du welatên Tirkiye û Sûriyê hat û karesatên mirovî li pey bû. Bi sedema vê erdhejê ku beşeke zêde ji axa Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî, li xwe girtiye, sedan kes canê xwe ji dest dan û hezaran kes hatine birîndarkirin, herwisa hêşta jî bi hezaran kes di bin xaniyên herifî de mane û tê xuya amara canî ya wê erdhejê zêde bibe.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbatên qurbaniyên vê karesatê û xwe bi şerîk û hevxemê welatiyên me yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dizane. Herwiha daxwazê ji hemû welat, civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî dike ku gavên bilez û bi bandor ji bo alîkariya qurbaniyên vê bûyera diltezîn bavêjin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

17ê Rêbendana 1401an a Rojî

6ê Şibata 2023an