Me digel rêzdar Dr. Aso Hesenzade mamosteyê zanîngehê, li derheq altirnatîva Îranê hevpeyvîn pêk anî navbirî got: “Pêkhateya altirnatîvê hem hiwên û hem jî bingeha pêkanîna altirnatîvê ye”
Hevpeyvîn: Hesen Mukerem
P: Rêzdar Dr. Aso Hesenzade hûn bigiştî pêkhateya altirnatîv çawan dibe?
B: Berî vê ku em ji xwe pirs bikin pêkhateya altirnatîvê çawan dibe, dibe em jixwe pirs bikin ku pêkhateya altirnatîv çawan dibe, pêkhateya altirnatîv hem hiwên û hem jî bingeha pêkanîna altirnatîvê ye, hem di heqîqetê de berhemanîna encama altirnatîvê ye. Eger me di welateke demokratîk de bijiyana,
Altirnatîva siyasî û hikûmetî bi rêya lîstika demokratîk a wan hêzan ve dihat dest nîşankirin ku bi awayê yasayî di meydanê de çalak û di halê rikeberiyê de ne. Vî demî taybetmendiyên destûrî yên xwediyê rewatî bi biryareke yasayî piştgirêdan bi rêkevtina berê ya hişmediya nûnerên alî û pêkhateyên cuda yên welat di hibijartineke giştî de çi bo parlemen û çi bo encûmeke destûrî dihat gazî kirin û berhemên rêkevtinê an heta rêkevtineke bijardeyan diixst halê deng dana giştî de. Dema ku em bas ji altirnatîvê bo rejîmeke beredayî dikin ku derfeta çalakiyên azad yên Hizb û aliyan û hilbjartinên demokratîk û tendrust nade û hemû ev hêzên ku daxwazkarê guherîna rejîmê ne li derveyî welat in an li navxweyî welat bi nehênî xebat dikin, mijar gelek dijwartir û aloztir e.
P: Dr. Komek kesayetiyên siyasî yên Îranî bas ji vê yekê dikin ku, Hizb nabe di pêkhateya altirnatîvê de hûn vê mijarê çawa dinirxînin?
B: Ev dîtingeha armancadar e, bi tevahî bê bingeh û zirarê digihîne. Yên ku xwediyê pêşniyarên wiha ne, ev bixwe xwediyê ti cure pêgeheke cemawerî û rêkxiravî nin û dizanin jî ku ev Hizb û rêkxiravên opozisyona Îranê ku bernameya zelal û derbasbûyî xuya di xebat û tekoşînê de hene û di şoreşa vê carê ya xelkê de jî li dijî rejîmê rola girînga meydanî dilîsin, bitaybet li Kurdistanê bo koma armancên gelekê xebat dikin ku wan digel bicih bidestvehatina wan pirgirêk hene.
P: Dr. Partiyên Rojhilatê Kurdistanê di çêkirina altirnatîvê de bo Îranê îi role hene? Glo heta niha pêka hewce ti karek jêra encam dane?
B: Digel vê ku bi kêfxweşî ve partiyên Rojhilat (aliyên ku xwediyê derbasî ne) bitaybet di çarçêveya Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê de, asteke baş di yekgirtinê de û hevahengîkirin a siyasî ji xwe nîşan dane û di vê heyamê de jî weke cemsereke girîng û bandordar a geşedan bi siyasetên niha û paşeroja Îranê derkevtine, lê hîn hewce ye ku zêdetir li ser rêkxistina hêz, şiyan, gotar, dîtingeha, û keresteyên xwe di hemû aliyên xebatê de kar bikin da ku weke yek ji wan bo danûstandinkirin digel opozisyona Îranê û çêkirina altirnatîveke siyasî.
Wan Hizbên çi di navxwe de û çi di pêwenddî digel opozisyona Îranê de gelek zêde kar kirine û aliyê kêm di pêk anîna sê hevpeymaniyên di nav opozisyona Îranê de rola çalak û yek alîkirinê lîstine.
Lê, bi liberçavgirtina rewşa hestyar a niha ku dîmenên herfîna Komara Îslamî nêzîktir dike û herwisa ji ber vê ku dîgehngeha zêdexwazan e û navendgerayane di nav opozisyona Îranê de dijwartir û êrîşberantir ji berê, digel bi encam gihandina mafên neteweyî yên gelên bindest yên Îranê dijberiyê dikin hewceye ku hewlên bilokên Kurdî li îranê (ku xuyaye bixwe jî hewcehî bi berfirehbûn û xwe bihêztir kirinê heye) digel wan hêz û aliyên Îranî yên ku şiyana fêmkirin û erê kirina daxwazkariyên wan neteweyên bin dest ku hene çirtir bikin.
Hewceye desthilatdariya siyasî an yek ji desthiladariyên siyasî yên sereke yên wan bo paşeroja Îranê hêzên Kurdî bin yên ku destê wan bi navendên giraniya şoreşa Jînayê girêdayî ne û di meydanê de dijmin tengav kirine, nek ev pêkhate û wehm û kesayetyên zêdexwaz yên ku hewl didin bi rêya twîter û yekdestiya medyayî ve li ser xelkê de bên sepandin.
P: Dr. Li berçavgirtina Îrana firerehendî ku ji çendîn netewe û etnîkan pêk hatiye, çi bandorek li ser paşeroja Îranê heye?
B: Yekemîn bandora di berçavgirtinekê de, ragirtina neteweyên zilim lêkirî yên Îranê ji bindestî û zilm û cudahîdanînê dibe, hemû ev pirsigirêk û arîşeyan di rûbereke wiha de li warê geşekirin, girêdayî û aramiyê de bo paşeroja wan û hemû Îranê diafirîne. Xuya ye bi liberçavgirtina asta hişyariya siyasî û rêkxiraviya wan neteweyan û rola girîng a peravêzkiriyan di şoreşa vê carê ya xelkê Îranê de, ez bi dûr dizanim ku desthilat paşerojê hewla nedîtina peravêzragirtin û zoedestiya wan neteweyan û aliyê kêm bi hêsanî ji bo wan here ser.
Bandora duyem, di hewlek wiha de, xisar gihandin bi koma piroseya siyasî û pirsa demokratîzasyona Îranê ye, çimkû bi dirêjahiya sedsalên borî ya destihlata navenda bihêz, bi bingeha hizrî û êdolojîk û zêdexwazane ya weke take amûra li ser hev ragirtina firerehendî, haşalêkerên di nav cografiya Îranê de hatiye temaşe kirin. Ev desthilat jî ji ber vê ku wek li Firansayê berhema piroseyeke sirûştî û dîrokî nebûye an wek li Hindostanê nehatiye hûr kirin, beredayî û drindeyî jî hatiye gorê û her cure daxwaziyeke azadîxwazane û demokratîk di navend û beşên din yên Îranê de serkut kiriye. Demaku wiha bû nedîtina mafê neteweyên din li Îranê de, bi wateya dirêje dan û berhem anîna dîktatoriyê bo hemû Îranê ye jî.
P: Gelo hevpeymaniyek dibe bi bê amadebûna netewe û nûnerên wan li Îranê serkevtî be?
B: Bi li berçavgirtina zalbûna dîtingeha dîrokî ya zêdexwazî û navendgerayî li opozisyona Îranê de, vê yekê dûr nabînim ku di heyama mehên bê de, şahidî ji hev nêzbûna hinek cemseran di nav opozisyonê de bin ku berê heta amade nebûn bi hevre biaxivin jî. Hevpeymaniyeke bi vî awayî ku eger di kurt demê de jî be bikare manhorê bide bi qezenca merema zêdexwazane û navendgerayane ya xwe fezasazî bike, di dem dirêj de serkevtî nabe û eger Komara Îslamî desthilatê jî bigire bi dest, nikare dereqeta çareserkirina pirsgirêkên firerehendî yên Îrana paşerojê derbikeve, çimku taybetmendiyek gelek girîng a serdema niha di Rojhilata Navîn û bitaybet li şoreşa vê carê ya xelkê Îranê eve ku yêku biryarder e heqîqeta meydanê ye nek axavitina siyasî û xelk bi pêgîrane û bi sistî daxwaz û dîtingehên wan şirove dikin û êdî razî nin ku carek din wikaleta wî karî bo hertimî hişmendiyeke siyasî bidinê. Herçawan ku me li jorê jî qala vê yekê kir, parçên neteweyên bindest yên Îranê li ser hev vê xişteya siyasî de li demên berê gelek zeqtir û bandordartir dibe.
P: Dr. Aso Hesenzade bi dîtingeha we baştirîn hevpeymaniyek ku di Îranê de dikare bê gorê, çi hevpeymaniyeke?
B: Her demaku hemû xelkê welatekê di kirîza mezin a nîştiman de derbas dibin, rûbirûyê şer û destdirêjiyên derve dibin an bo herfandina rejîmeke dîktator xebat bikin, ya baş eve ye ku, pêkhate, hêz û aliyên dîtingeh potansyela xwe di çarçêveya platformeke hevpar de rêk bixin.
Îrana niha jî di heman rewşê de ye. Lê, şikesta proseya dewlet û netewe di Îranê de û ev mevda û veqetiyana siyasî û dîrokî û hizrî ye ku civaka siyasî û opozizyona Îranê heta niha bidestê vê dinalin hemû wisa dikin ku niha zemîneya çêbûna platformeke wiha hemû alî li gore de nebe.
Dema ku koma hêz û hestyarên di nav civaka siyasî ya Îranê de nikarin her niha li ser platformeke hevpar rêk bikevin ku, hem bingehên demokrasî, sikolarîzm, mafê mirovî û mafê hevwelatîbûn, û hem bifermî naskirina hêz û pêkhateyên civaka Îranê bitaybet neteweyên wî welatî û beşdariya dadperwerane ya wan di birêvebirina welat de, û hem forma dewlet û sîstema hikûmetî ya dilxwaz bo Îranê (ji bo mînak sîstemeke federalî, komarî/parlemanî) ji xwe bigire, renge bi dîtina heqîqî, wisa be ku berê wan hêz û aliyan zêdetirîn nêzîkbûn û aliyê rêkevtinê bihevre hene, ku di çarçêveya du an sê cemserên siyasî de yekbigrin, piştire wan cemseran bihevre gotûbêjan bikin ji bo vê ku li ser aliyê kêmek li pirensîp û armancan heta herifandina rejîmê bo qonaxa veguhastinê rêkbikevin. Û Piştire eger berhema vê rêkevtinê gihîştin bi lihevkirineke nîştimanî nebû, hewl bidin ji rêya demokratîk ve berdewamiyê bi rikeberiyên siyasî yên xwe bidin.