Piştî erdheja bihêz a 7.8 rîxterî ya li Tirkiye û Sûriyê ku beşk zêde ji axa Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî, li xwe girt, zêdetir ji deh hezar kes hatine kuştin û birîndarkirin.
Receb Teyîb Erdoxan Serkomarê Tirkiyê di hevpeyvîneke telvîziyonî de daye zanîn,. 1014 kes li erdheja Tirkiyê de canê xwe ji dest dane û 5,385 kes jî hatine birîndarkirin.
Herwisa li gor nûçegihaniyên dewletî yên Sûriyê, aliyê kêm 476 kes hatine kuştin û 1042 kes jî birîndar bûne.
Li Rojavayê Kurdisanê jî zêdetir ji 250 kesan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes birîndar bûne.