Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê li derheq koça dawiya kadrê dêrîn ê Hizba Demokrat û berpirsê Melbenda 1 a Kurdistanê “Îdrîs Hormozî” daxuyaniyek belav kir.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi dax û keserk giran ve ragihand ku sibêdeha îro Duşemî 17ê Rêbendana sala 1401an a Rojî, hevrêyê têkoşer û berxwederê rêya azadiya Kurdistanê û berpirsê Melbenda 1 a Kurdistanê “Îdrîs Hormozî” bi sedema nexweşiyê koça dawî kir û tevlî refê karwanê şehîdên doza rizgariya gelê me bû.
“Îdrîs Hormozî”, kurê “Mistefa” yê xelkê bajarê Pîranşarê li sala 1352an a Rojî de ji dayîk bibû. Xwendina xwe ya destpêkî heta 2 ya paşnavendî, di wî bajaraî de berdewam kir û li sala 1369an de pêwendî bi teşkîtata Hizba demoktarê ve girt. Li sala 1372an a Rojî bi sedema seha berpirsayetiyê li hember gel û niştîmana xwe tevlî refên peşmergeyên Hizba Demokrat bû û li melbenda “Sipîseng” li hêza “Qendîl” wek pêşmerge hate rêkxistinkirin.
“Îdrîs Hormozî” li sala 1378an di şerekî dest bi yexeyê de digel hêzên rejîma Îranê li gundê “Qelate” yê ser bi devera “Menguratî”yê ser bi bajarê Pîranşarê digel hevçeperekî xwe bi birîndarî kevte destê dujmin û bi dîl hate girtin û di girtîgeha bajarê “Urmiyê” û girtîgeha “Recayîşehr”a bajarê Kercê de hatibûne binçakirin û piştî 5 salan, karîn xwe rizgar bikin û li sala 1383an a Rojî, vedigerin nav refên Hizba Demokrat.
Îdrîs Hormozî yê mandînenas û têkoşer di heyama jiyana şoreşgeriya xwe de li refên Hizba Demokrat de çendîn berpirsiyaretî yên cur bi cur li stuyê xwe girtin û bi seheke bilind a berpirsiyaretiyê, bi serkevtinê erkên xwe cîbi cî kirin û dawî berpirsiayretîya “Îdrîs Hormozî” berpirsiayretiya Melbenda 1 a Kurdistanê bû.
Îdrîs Hormozî” wek kaderkî bi şiyan û biwec û têkoşer û xwedîhelwîst ê Hizba Demokrat, di her demekê de amadeyê birêvebirina erkên û berpirsiyaretiyên Hizbî bû û heta dawiya jiyana xwe emegnasê rêbaza Hizba xwe ma.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê, bi şehîdbûna “Îdrîs Hormozî” têkoşerekî bi wec û jêhatiyê xwe ji dest da.
Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên wî nemirî û tev hevrê û hevçeperên wî.
Rihê wî şa û rêbaza wî pir rêvîng be
Navenda Hêza Pêşmergê Kurdistanê
17ê Rêbendana sala 1401an a Rojî